46- Zeynelabidîn Zinar, Mîrê Cîzîra Botan û Siltanê Stenbolêe, bi kurdî/serpêhatî, ji bo her kesî, Pencînar We_anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2006, 58 rûpel, ISBN 91 89491 80 7

a) AMADEKARÊ PIRTÛKÊ: Zeynelabidîn Zinar, li joré behsa wi hatiye kirin.

b) PIRTÛK: Serpêhatiya MÎRÊ CÎZÎRA BOTAN Û
SILTANÊ STENBOLÊ


Ev çîroka MÎR MEHMÛDê mîrê Cizîra Botan û Siltan Wehdedîn siltanê Stenbolê, gelekî balkê_ e û pir jî mirov dide sêwirandin. Ji vê yekê zêdetir, eger kî bixwaze ku qehremantiya Kurdan bizanibe, bila vê serpêhatiyê bixwîne; kî bixwaze comerdiya Kurdan bibîne, bila dîsa vê serpêhatiyê bixwîne. Kî jî bixwaze eger fedekarî, mirovatî û dilovaniya Kurdan binase, dîsa bila vê pirtûkê bixwîne. Ji xwendinê zêdetir, bila lê birame, _roveya wê bike û li deqerên wê yên hûr û kûr lêkolîn bike.

Ev berhem, ji serpêhatî û çîroktiyê zêdetir, bûyereke mêjûyî ye ku heta niha di tarîtiya dîrokê de mabû, derketiye holê û ruhnî dîtiye.

Hêvîdar im ku mêjûnasên Kurd, li vê bûyerê bikolin bikin, rast û vajiyên wê bibînin û berfirehtiya wê derxînin holê, bikin malê mêjû da her kes pê agahdar bibe.

Bi umîda ku ev berhem, rê li ber pir ti_tên wisa ku heta niha di gerrîneka dîrokê de mane, veke û sûd bigehîne mêjûya Kurd, herweha li Pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.